Hikûmeta li Xezeyê: Ji destpêka agirbestê û vir va bi tenê 173 TIRên alîkariyê derbasî herêmê bûn

 Îsmaîl es-Sewabîteyê Midûrê Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmeta li Xezeyê destnîşan kir ku ji destpêkirina agirbestê û vir va bi tenê 173 TIRên alîkariyê derbasî Xeta Xezeyê bûn û alîkarî têra pêdiviyên asxarî yên li herêmê jî nakin.

Sewabîte di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da der heqê rewşa li Xeta Xezeyê da agahî dan ku Îsraîlê lê 2 salan jenosîd meşand û piştî pêkhatina agirbesta 10ê Cotmehê destûr hat dayîn ku alîkariya mirovî derbas bibe.

Peywirdarê Filistînî wiha got, "Ji destpêkirina agirbestê û vir va bi tenê 173 TIRên alîkariyê derbasî Xeta Xezeyê bûn. Ji van 3 jê barê wan xaza metbexê, 6 jê jî mazot e. Yên mayîn jî xida, alavên pêdawistiya sereke û alavên tibî ne. Alîkariyên gihîştin Xezeyê heta têra pêdiviyên asxarî jî nakin."

Sewabîte bal kişand ser zehmetiyên pêvajoya derbasbûn, wergirtin û belavkirina alîkariyan û her wiha got ku Îsraîl li deriyên sînorî sînordarkirina derbasbûna TIRan didomîne.

Sewabîte her wiha destnîşan kir ku ji ber xirabkirina rê û binesaziyê, di veguhestina alîkariyan a bo cihên li bakur û başûr da zehmetî tê kişandin lê hikûmet xebatên xwe didomîne ku alîkarî bigihêjin cihê xwe.