Dinya

Heyeta Konseya Berwext ya Başûr li Cideyê encamek bi dest nexist

Li Yêmenê Heyeta Konseya Berwext ya Başûr ya cihêxwaz ji hevdîtinên ku li Cideyê bi hikûmeta Yêmenê ra hatin kirin encamek bi dest nexist

Nihat Kavşut   | 23.08.2019
Heyeta Konseya Berwext ya Başûr li Cideyê encamek bi dest nexist

Yemen

Li Yêmenê Heyeta Konseya Berwext ya Başûr ya cihêxwaz ji hevdîtinên ku li Cideyê bi hikûmeta Yêmenê ra hatin kirin encamek bi dest nexist.

Li gor agahiyên çavkaniyeke nêzî hikûmetê ku ji nûçegihanê AAyê ra axivî û newxest nav bê eşkerekirin got ku Aydarus ez-Zubeydiyê Serokê Heyeta Konseya Berwext ya Başûr tevî heyeta pê ra ji Cideyê vegeriyane Adenê.

Li gor agahiyên çavkaniyê vegera heyetê nîşan dide ku ji hevdîtinan encam derneketiye û destnîşan kir hikûmeta Yêmenê daxwaza Heyeta Konseya Berwext ya Başûr ku dixwaze li Adenê herêmên di bin kontrola xwe da biterikîne bi cî neaniye.

Heyeta Konseya Berwext ya Başûr ya cihêxwaz ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb alîgirê wê ye li ser daxwaza Erebistana Siûdî ji bona li ser geşedanên li Adenê bi hikûmeta Yêmenê ra biaxivin roja sêşemê hatibû Cideyê.

Di heman rojê da hêzên Hizam Emniyê ya girêdayî Heyeta Konseya Berwext ya Başûr li bajarê Kuda nêzî navenda wilayeta Ebyenê piştî pevçûneke dijwar navenda polêsên eskerî ya girêdayî hikûmetê bi dest xistibûn.

- Bûyer

Li Yêmenê hêzên Hizam Emniyê ya girêdayî Heyeta Konseya Berwext ya Başûr piştî pevçûnên 4 roj dewam kirin rojek berê li Adenê Qesra Serokomariyê ya Maaşikê û saziyên stratejik yên dewletê bi dest xistibûn.

Hatibû ragihandin rayedar û fermandar bi wesaîtên bizirx yên Erebistana Siûdî ji Qesra Serokomariyê derketine û bajêr bi temamî ketiye destê hêzên Hizam Emnî.

Hêzên Hizam Emniyê ku xwestin hikûmeta meşrû ya di serokatiya Abdurabbu Mensur Hadiyê Serokomarê Yêmenê da têk bibin ku li Riyada paytextê Erebistana Siûdî dimîne ji roja çarşemê va li Adenê bi hêzên hikûmetê ra şer dikirin.

Li Yêmenê piştî serhildana gel ku di 2011an da dest pê kir cardin fikrên "cudabûnê" ku beriya sala 1990an Yêmena Bakur û Yêmena Başûr bûbûn yek derketin rojevê û bi navê "Tevgera Başûr" hereketeke cihêxwaz çêbûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın