Dinya

Hevdîtina li ser Îdlibê ya heyetên Tirk û Ûris bi dawî bû

Hevdîtinên heyetên Tirkiye û Rûsyayê ku li ser rewşa Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê li Moskovayê dikin di roja 2yan da bi dawî bû

Haydar Şahin  | 18.02.2020 - Rojanekırın : 18.02.2020
Hevdîtina li ser Îdlibê ya heyetên Tirk û Ûris bi dawî bû

Moskova

Hevdîtinên heyetên Tirkiye û Rûsyayê ku li ser rewşa Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê li Moskovayê dikin di roja 2yan da bi dawî bû

Dîplomat, rayedarên eskerî û rayedarên îstixbaratê beşdarî civîna di saet 10.00an da li avahiya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê dest pêkirbûn.

Ji heyeta Tirkiyeyê ra Sedat Onalê Balyoz ê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê, ji heyeta Rûsyayê ra jî Sergey Verşîninê Balyoz ê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê û Aleksandr Lavrentyevê Balyoz ê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê seroktiyê dikin.

Heyatên Tirkiye û Rûsyayê do li Moskovayê li ser Îdlibê hevdîtin kiribûn.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitandin, heyeta Tirkiyeyê di civînê da got ku dibê rageşiya li herêmê bi lez were kêmkirin û pêşî lê bibirin ku rewşa însanê zêde xirab nebe.

Wekî mayîn di hevdîtinê da li ser bicîanîna mitebeqata Soçiyê ya li ser Îdlibê û pêşîlêbirîna îxlalan û hildana tevdîran îstişare kiribûn.

Hatibû destnîşankirin ku hevîdtinê îro jî dewam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın