Ekrem Biçeroğlu
29 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2026
Heşdî Şebiyê ragihand ku di êrîşên artêşa Amerîka û Erebistana Siûdî yên dijî cihên cuda yên Iraqê da herî kêm 20 endamên wan hatine kuştin û 30 endamên wan jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya hêzên Heşdî Şebiyê yên li Iraqê da hat gotin, di êrîşên hevpar ên Amerîka û Erebistana Siûdî da navendên fermî yên rêxistinê yên li bajarên Bexda, Wasit, Basra, Kerkûk, Kerbela û Diyalayê hedef hatin girtin.
Hat gotin ji ber êrîşan hin navendên Heşdî Şebiyê, wesayît û techîzatên eskerî xisar dîtin.
Hat destnîşankirin xebatên tesbîtkirina xisarê û piştrastkirina agahiyan a der barê bûyeran da dewan dike, li gor agahiyên ewil hêrî kêm 20 endamên Heşdî Şebiyê hatine kuştin û 30 endam jî birîndar bûn.