Dinya, Koronavîrus

Her diçe li Hindistanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê zêde dibe

Li welêt hejmara kesên bi Kovîd-19ê dikevin piştî duh îro jî gelek zêde bû heta niha gihîşt asta herî zêde

Emre Aytekin  | 23.04.2021 - Rojanekırın : 24.04.2021
Her diçe li Hindistanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê zêde dibe

Ankara

 Li rûyê dinyayê ji welatên ku şewba Kovîd-19ê herî zêde lê xwedî tesîr e yek jî Hindistan e û hejmara pêketiyan a rojane ya li welêt her diçe zêdetir dibe û niha gihîştiye asta herî zêde.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di nav 24 saetên dawîn da 332 hezar û 518 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên li seranserê welêt gihîşt 16 milyon û 257 hezar û 507an.

Li welêt hejmara pêketiyan piştî duh îro jî zêde bû û li rûyê dinyayê gihîşt asta herî zêde.

Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên di rojekê da berê li Amerîkayê rû dabû û di 8ê Rêbendanê da 307 hezar û 581 pêketî hatibûn tesbîtkirin.

Di nav 24 saetên dawîn da li seranserê Hindistanê 2 hezar û 263 kesên bi Kovîd-19ê ketibûn can dan û hejmara kesên ji ber şewbê mirin jî gihîşt 186 hezar û 920î.

Li welêt heta niha 13 milyon û 648 hezar û 159 pêketî jî pak bûn û tedawiya 2 milyon û 428 hezar û 616 kesan jî dewam dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.