Nihat Kavşut
26 Sibat 2020•Rojanekirin: 26 Sibat 2020
Li Îranê 4 kesên din jî ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin û hejmara miriyan derket 19an û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî derket 139an.
Berpirsiyarê Têkiliyên Gel yê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê 4 kesên din jî mirin û ji duh da 44 kesên din jî bi vîrusê ketine.
Cîhanpur destnîşan kir li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 19an û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî derket 139an.