Dinya

Hejmara kesên ku di şewata li nexweşxaneya Kovîd-19ê ya li Iraqê da mirin, derket 92yan

Haydar Karaalp  | 14.07.2021 - Rojanekırın : 14.07.2021
Hejmara kesên ku di şewata li nexweşxaneya Kovîd-19ê ya li Iraqê da mirin, derket 92yan

Baghdad

 Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di şewata li nexweşxaneya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya li Iraqê da mirin, gihîşt 92yan.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê hat dayîn, li wîlayeta Zîqarê agir bi Nexweşxaneya Îmam Husên a ku nexweşên Kovîd-19ê lê tên dermankirin ket û 28 kesên din jî di şewatê da mirin.

Bi mirinên dawî re hejmara miriyên ji ber şewatê gihişt 92yan.

Beriya nuha hejmara miriyan weke 64 ya birîndaran jî weke 50 hatibû ragihandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın