Haydar Şahin
09 Îlon 2020•Rojanekirin: 09 Îlon 2020
Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê a tîpa nû (Kovîd-19) mirin ji 900 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li hemû dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derkete 901 hezar û 871î, hejmara nexweşan jî derkete 27 milyon û 740 hezar û 264an.
Ji ber Kovîd-19ê herî zêde meriv li Amerîkayê mirin. Li Amerîkayê 194 hezar û 32 kes mirin.
Hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin li gor welatan wiha ye:
"Brezîlya 127 hezar û 517, Hindistan 73 hezar û 923, Meksîka 68 hezar û 484, Îngiltere 41 hezar û 586, Îtalya 35 hezar û 563, Fransa 30 hezar û 764, Peru 30 hezar û 123, Îspanya 29 hezar û 594, Îran 22 hezar û 542."
Li Tirkiyeyê jî 6 hezar û 782 kes ji ber vîrusê mirin.
Kovîd-19a li Wuhana bajarê Çînê derket holê li 200î zêdetir welat û herêmî belav bû. 19 milyon û 833 kesên bi vîrusê ketibûn pak bûn, dermankirina 7 milyon û 5 hezar û 106 kesan jî dewam dike.