Dinya

Hejmara kesên li Îranê di bin avahiya tep bû da mirin gihîşt 14an

Mustafa Melih Ahıshalı   | 25.05.2022
Hejmara kesên li Îranê di bin avahiya tep bû da mirin gihîşt 14an

Istanbul

Roja duşemê li bajarê Abadana girêdayî eyalate Xuzistanê avahiyeke 10 qatî tep bû û hejmara kesên mirin gihîşt 14an.

Waliyê Abadanê Îsan Ebbasîpûr daxuyanî da têlevizyona dewletê ya Îranê û got ku lêgerînên di nav enqazê da dewam dike û wiha domand: "Ji ber tepbûna avahiyê hejmara kesên mirin gihîşt 14an û 37 kes jî birîndar bûn."

Wisa tê texmînkirin ku di bin enqaza avahiyê da hêj 50 kes hene û der heqê bûyerê da heta niha 10 kes hatin binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın