Dinya

Hejmara kesên ku di şewata li nexweşxaneya Kovîd-19ê ya li Iraqê da mirin, derket 64an

Mehmet Nuri Uçar   | 13.07.2021
Hejmara kesên ku di şewata li nexweşxaneya Kovîd-19ê ya li Iraqê da mirin, derket 64an

Baghdad

Hejmara kesên ku di şewata li nexweşxaneya Kovîd-19ê ya li Iraqê da mirin, derket 64an

Hat ragihandin hejmara kesên ku di şewata li nexweşxaneya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Iraqê da mirin, 23 zêde bû û gihîşt 64an.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê ku wek çavkanî daxuyaniya Daîreya Tenduristiyê ya Zîqarê nîşan dide, şev agir bi Nexweşxaneya Îmam Husên a ku nexweşên Kovîd-19ê lê tên dermankirin ket, 23 kesên din jî di şewatê da mirin.

Li gor agahiyên dawîn hejmara kesên di şewatê da mirin gihîşt 64an, ya birîndaran jî bû 50.

Di daxuyaniya beriya vê da hatibû gotin ku di şewatê da 41 kes mirin.

Agir ji hêla tîmên agirkujê hatibû vemirandin.

Di meha nîsanê da jî dîsa li Bexdayê di nexweşxaneyeke nexweşên Kovîd-19 lê tên dermankirin da şewat derketibû 82 kes miribûn.

-Serokwezîrê Iraqê Kazimî ji ber şewata li nexweşxaneya Kovîd-19ê derketibû bi lez û bez civîn kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa el Kazimî bi hin wezîr û rayedarên ewlehiyê ra ji bo şewata li nexweşxaneya pêketiyên Kovîd-19ê lê diman derketibû, qise bike civîneke bi lez û bez kir.

Ji ofîsa çapemeniyê ya Kazimî daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku li wîlayeta Zîqarê agir bi Nexweşxaneya Mele Hiseyîn ket û ji ber vê rewşa awarte jî di bin serokatiya Kazimî da civîneke bi lez û bez hat kirin û hin biryar hatin dayîn.

Waliyê Zîqarê Ehmed Xanî El Hafacî piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ji bo damezrandina komîteyê û di nav 48 saetan da raporek bê amadekirin û raya giştî ji meseleyê bê haydarkirin, biryar hatin dayîn.

Di berdewamiya daxuyaniyê da Hafacî destnîşan kir ku ji bo kesên di şewatê da can dan li wîlayeta Zîqarê şîna neteweyî hat îlankirin ji roja sêşemê pê va jî qasî sê rojan yên bi lez û bez ne tê da wê kar û barên fermî neyên kirin.

Li Iraqê agir bi nexweşxaneya ku pêketiyên Kovîd-19ê lê diman ketibû û 41 kesî can dabû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın