Dinya

Hat îdiakirin Trump plan dike ku êrîşî tesîsên nukleerê yên Îranê bike

Hat îdiakirin Serokê Amerîkayê Doland Trump îdia dike ku di hefteyên dawîn ên peywira xwe da êrîşî tesîsên nukleerê yên Îranê bike.

Elif Irmak  | 17.11.2020 - Rojanekırın : 18.11.2020
Hat îdiakirin Trump plan dike ku êrîşî tesîsên nukleerê yên Îranê bike

Ankara

Hat îdiakirin Serokê Amerîkayê Doland Trump îdia dike ku di hefteyên dawîn ên peywira xwe da êrîşî tesîsên nukleerê yên Îranê bike.

Li gor nûçeya rojnameya New York Tîmesê 4 rayedaran diyar kir ku Serokê Amerîkayê Trump di civîna li Ofîsa Hêkanî ya roja pêncşemê da ji bo ku êrîşê tesîsên nukleerê yên Îranê bike li alternatîfan geriyaye.

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo, Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence, Wekîlê Wezîrê Parastinê Christopher Mîller û Sererkan Mark Mîlley hişyariya daxwaza navborî dibe ku bibe sedema pevçûnên mezin û ragêşiya bi Îranê ra zêde bike dane Trump û dev jê berdaye.

Ji hêla din va rayedarên Qesra Spî der barê mijarê da daxuyanî neda.

- Stoka uranyumê ya Îranê bilind e

Bal kişand ku daxwaza Trump piştî rapora ku Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî di 11ê sermawezê da der barê bernameya nukleerê ya Îranê da weşand hat.

Di raporê da hatibû diyarkirin ku stoka uranyuma dewlemendekirî ya di asta kêm da ya Tehranê gelekî li ser asta ku di peymana nukleerê da hat diyarkirin e, hê jî ji limîta dewlemendkirina uranyumê didomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın