Hat ragihandin li parêzgeha Paktiyayê ya Efxanistanê ya li ser sînorê Pakistanê di navbera hêzên sînorî yên herdu welatan da pevçûn derket.
Li gorî nûçeya ku Tolo Newsa navend Kabulê li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa Xê ya navend Amerîka parve kir, li gelek herêmên Paktiyayê yên nêzîkî xeta sînorê Pakistanê, di navbera hêzên sînorî yên Efxanistan û Pakistanê da pevçûn derketin.
Çavkaniyên ewlekariyê ragihandin ku hêzên Efxanistanê wekî bersiva operasyonên asîmanî yên Pakistanê, baregehên Pakistanê yên li nêzîkî Xeta Duranê kirin armanc ku wekî sînorê herdu welatan tê qebûlkirin.
Çavkaniyan her wisa îdia kirin ku ji baregehên navborî hinek jê hatin bidestxistin û di pevçûnan da 12 eskerên Pakistanê jî hatin kuştin.
Şêniyên deverê jî destnîşan kirin ku ji ber şer û pevçûnên li herêma Dandê Patanê ya eyaletê sivîl neçar man ku malên xwe biterikînin.
Ji aliyekî din va di nûçeya rojnameya Dawn ya navend Îslamabadê da jî hat destnîşankirin ku peywirdarên ewlekariya Pakistanê daxuyandin ku artêşa Pakistanê "pêra pêra û bihêz" bersiv dan êrîşan û xesareke giran dan baregeh û kozikên milîtanan ên aliyê Efxanistanê.
- Pakistanê îdia kir ku 19 qereqol bi dest xistin
PTV Newsa têlevîzyona dewleta Pakistanê di nûçeya ku spart çavkaniyên ewlekariyê da îdia kir ku artêşa Pakistanê 19 qereqolên Efxanistanê bi dest xistin.
Hat îdiakirin, kesên li qereqolên bidestxistî bûn hatin kuştin, hêzên Efxanistanê hin qereqol terikandin û banz dan û li hin qereqolan jî şewat derket.
Li gorî çavkaniyên xwecihî yên Pakistanê, Deriyê Sînor ê Tûrxemê yê di navbera Pakistan û Efxanistanê da piştî pevçûnên şevê yên li hin deveran rû dan, hat girtin.
- Efxanistanê diyar kir ku "operasyona bersivdayînê" hat rawestandin
Efxanistanê jî ew yek piştrast kir ku deriyê sînor ji bo derbasbûna rêwî, penaber û bihurîna transît hat girtin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Efxanistanê da hat destnîşankirin ku "operasyonên bersivdayînê yên serkeftî ji nîvê şevê û pê va hatin rawestandin" lêbelê ew amade ne ku xaka welêt bi biryardarî biparêzin.
- Efxanistanê îdia kir ku wan 58 eskerên Pakistanê kuştin
Zabihullah Mucahicê berdevkê rêveberiya Efxanistanê di daxuyaniya xwe ya da çapemeniyê da îdia kir ku di pevçûnên li ser sînorê Pakistanê da 58 eskerên Pakistanê hatin kuştin û 30 esker jî birîndar bûn.
Mucahid her wiha got ku zêdetirî 20 Efxan di pevçûnan da hatin kuştin û pevçûn li ser daxwaza Qeter û Erebistana Siûdî hatin rawestandin.
Ji aliyekî din va hem Pakistanê û hem jî Efxanistanê hevdu tawanbar kirin ku gule berdan sivîlan.
- Rageşiya Efxanistan-Pakistanê
Li Kabula paytextê Efxanistanê di 9ê Cotmehê da dengê teqînê hatibû bihîstin.
Hatibû îdiakirin ku balafirên şer ên Pakistanê êrîşa asîmanî bir ser herêma Marghayê ya parêzgeha Paktiyayê ya Efxanistanê.
Bi dû ra rêveberiya Efxanistanê ji ber teqînên li Margha û paytext Kabulê, Pakistan tawanbar kiribû.
Pakistanê der barê êrîşa asîmanî da hê tu daxuyanî nedaye.