Dinya

Hêzên Amerîkayê ji bo bi sedan terorîstên YPG/PKKyî perwerdeya çekdarî da destpêkirin

Mohamad Misto, Ömer Koparan, Ethem Emre Özcan   | 03.12.2021
Hêzên Amerîkayê ji bo bi sedan terorîstên YPG/PKKyî perwerdeya çekdarî da destpêkirin

Haseke

Hêzên Taybet ên Amerîkayê li Hesekaya bajarê bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji bo bi sedan terorîstên YPG/PKKyî perwerdeya çekdarî da destpêkirin.

Hêzên Amerîkayê yên li Hesekeya bajarê Sûriyeyê yê di dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê da perwerdeya çekdarî ya rêxistina terorê didomînin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, Hêzên Taybet ên Amerîkayê ji bo perwerdeya çekdarî bidin endamên YPG/PKKyê di 28ê mijdarê da ji 70yî zêdetir eskerên xwe ji Iraqê ra derbasî Hesekeyê kirin.

Eskerên Amerîkayê yên hatin Rumeylana baregeha wan lê ye di 1ê berfanbarê da dest pê kirin perwerdeya çekdarî dan terorîstên YPG/PKKyî.

Di perwerdeya ku ew ê bi qasî mehekê dewam bike da ew ê bikaranîna sîlahên sivik û giran, avêtina ser gundan hînî terorîstan bikin.

Hat ragihandin ku piştî perwerdeyê ew ê hin terorîstan bişînin Şedadiya navçeya Hesekeyê hinekên wan jî bişînin Qada Petrolê ya Omerê ya li Dêrazorê, terorîstên mayîn jî li Rumeylanê bihêlin.

- Perwerdeyên berê dabûn terorîstan

Amerîka û Fransaya di koalisyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da ci digrin berê jî perwerde dabûn terorîstên YPG/PKKyî yên li Heseke û Dêrazorê ya li rojhilatê Feratê.

Hin baregehên Amerîkayê yên li Hesekeyê, Çiyayê Ebdilezîz û Kompleksa Sporê û Qada Petrolê ya Omerê vegeriyan qadên perwerdeyê.

Di perwerdeyên berê da bikaranîna sîlahan, zeftkirina erdên bi balafirên bêmirov hatine tesbîtkirin, agirkirina topan, daketina ji hewayê, pêşîlêbirîna êrîşên dijî baregehan hatibûn dayîn.

Eskerên Fransayê yên di hîmayeya Amerîkayê da li Sûriyeyê ne perwerdeya agirkirina topan dabûn terorîstan.

Bi vî awayî hêzên koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da ji sala 2015an vir da perwerdeya çekdarî dan bi hezaran terorîstên YPG/PKKyî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın