Dinya

Hêzên koalîsyona di pêşengiya Amerîkayê da li Hesekeyê perwerdeya çekan da 400 terorîstên YPG/PKKyî

Mohamad Misto,Ethem Emre Özcan   | 22.07.2021
Hêzên koalîsyona di pêşengiya Amerîkayê da li Hesekeyê perwerdeya çekan da 400 terorîstên YPG/PKKyî

Haseke

 Hêzên koalîsyona di pêşengiya Amerîkayê da li Hesekeya li rojhilatê bakurê Sûriyeyê perwerdeya çekan da 400 terorîstên YPG/PKKyî.

Li Sûriyeyê li herêmên ku YPG/PKKya rêxistina terorê dagir kiriye hêzên koalîsyona di pêşengiya Amerîkayê da hê jî perwerdeya çekan dide.

Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî hêzên koalîsyonê Hesekeyê li Çiyayê Ebdulezîz perwerdeya çekan da 400 terorîstên YPG/PKKyî.

Di perwerdeya ku 3 meh dewam kir da hêzên koalîsyonê perwerdeya emilandina çekên giran û êrîşê dan.

Piştî ku perwerde qediya li Çiyayê Ebdulezîz qaşo "merasima mezûniyetê" hat lidarxistin. Di merasimê da Ferhad Ebdî Şahînê bi nasnavê "Mezlûm Ebdî" ku qaşo ji serkirdeyên Hêzên Demokratîk ya Sûriyeyê ya di bin bandora YPG/PKKyê ye û hin fermandarên Amerîkayî jî amade bûn.

Li gor agahiyan terorîstên ku hatin perwerdekirin li Hesekeyê wê tevlî refên YPG/PKKyê bibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın