Dinya

Filistîn: Heke Netayahu were îqtidarê îhtimala mizakereyan dibe sifir

Riyad el-Malîkiyê Wezîrê Karên Derva yê Filistînê got, "Heke encama hilbijartinê wekî ya berê be û Netanyahu dîsa were îqtidarê îhtimala mizekereyên dîsa bi Îsraîlê ra bidin destpêkirin hema bêje ji holê radibe."

Haydar Şahin  | 16.01.2020 - Rojanekırın : 17.01.2020
Filistîn: Heke Netayahu were îqtidarê îhtimala mizakereyan dibe sifir

New York

Malîkî li Navenda Giştî ya NYyê serokatiya Koma G77+Çînê ya welatê wî dike dewrî Guyanaya welatê Amerîkaya Latîn ki û paşê pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.

Malîkî nediyariya di sîyaseta Îsraîlê da ji hêla destpêkirina mizakereyan va nirxand û diyar kir ku Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê dema li îqtidarê bû "hemû hêvî kuştin.

Malîkî wiha axivî: "Hetanî Netanyahu li îqtidarê be ez bawer nakin mizakereyên Filistîn û Îsraîlê dest pê bikin. Ew bi mizakareyan bawer nake, bi domandina statukoyê bawer dike, îlhaqa erdê Filistînê bawer dike. Heke encama hilbijartinê wekî ya berê be û Netanyahu dîsa were îqtidarê îhtimala mizekereyên dîsa bi Îsraîlê ra bidin destpêkirin hema bêje ji holê radibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın