Dinya

Fermandarê NATOyê Fortîn: "Tirkiye gelek bi kêrî Mîsyona Iraqê ya NATOyê tê"

Fermandarê Mîsyona Iraqê ya NATOyê Sergeneral Dany Fortîn: "Em ji Tirkiyeyê ra bi taybetî jî bo kêrdariya wê ya di mijara baregeha mîsyonê da, gelek spasdar in"

Abdullah Tel   | 08.11.2019
Fermandarê NATOyê Fortîn: "Tirkiye gelek bi kêrî Mîsyona Iraqê ya NATOyê tê"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Fermandarê Mîsyona Iraqê ya NATOyê Sergeneral Dany Fortîn got: "Tirkiye di mijara Mîsyona Iraqê ya NATOyê da ji bo xeta alîkariyê xwedî cihekî girîng e û gelek jî bi kêr tê. Em ji Tirkiyeyê ra bi taybetî jî bo kêrdariya wê ya di mijara baregeha mîsyonê da, gelek spasdar in."

Fermandarê bi eslê xwe ji Kanadayê ye di Baregeha NATOyê ya li Brukselê da der barê mîsyona Iraqê ya îtifaqê da daxuyanî da nûçegihana AAyê.

Di axaftina xwe da Fortîn bi bîr xist ku Mîsyona Iraqê ya NATOyê di Cotmeha sala 2018an da li Bexdaya paytextê Iraqê bi mebesta ji Iraqiyan ra şêwirmendiyê bike û wan perwerde bike, hat damezrandin û wiha pê da çû: "Armanca sereke ya mîsyonê ew e ku hêzên ewlehiya Iraqê û saziyên perwerdehiyê yên eskerî bên xurtkirin da ku ew bikaribin ji heqê xwe bên der."

- "Em spasdarê Tirkiyeyê ne"

Sergeneral Fortîn li ser pirsa nûçegihana AAyê ya "Tirkiye wek welatê cîran çi awayî bi kêrî mîsyonê hat?" bersiv da û diyar kir ku her hevalbendê mîsyonê bi kêr tê û lê bi hinceta ewlehiyê daneyên îstatîstikê yên teqez parve nekir.

Di mijara bikêrhatina Tirkiyeyê da Fortîn got: "Tirkiye di mijara Mîsyona Iraqê ya NATOyê da ji bo xeta alîkariyê xwedî cihekî girîng e û gelek jî bi kêr tê. Em ji Tirkiyeyê ra bi taybetî jî bo kêrdariya wê ya di mijara baregeha mîsyonê da, gelek spasdar in. Tirkiye di heman demê da li Tajiya bajarê Iraqê li Dibistana Eskerî ya Lojîstîk û Îdarî di qada perwerdehî û şêwirmendiyê da jî kar û xebatan dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.