Dinya

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî daxwaza berdana xebatkarên AA yê li Misrê kir

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) daxwaza berdana hemî xebatkarên Ajansa Anadoluyê (AA) yên binçavkirî ji hikûmeta Misrê kir.

Ahmet Aydın  | 16.01.2020 - Rojanekırın : 16.01.2020
Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî daxwaza berdana xebatkarên AA yê li Misrê kir

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) daxwaza berdana hemî xebatkarên Ajansa Anadoluyê (AA) yên binçavkirî ji hikûmeta Misrê kir.

IFJê ji bo girtina ser Ofîsa AAyê ya li Qahîreyê ji aliyê polîsên Misrê ve û girtina 4 xebatkaran daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Misr ji mêj ve fişarê dixe ser rojnamevanan û medyayê bêdeng dike.

IFJê daxwaza serbestberdana hemî xebatkarên AAyê yên binçavkirî ji hikûmeta Misrê kir û bangawaziya rakirina fişarê ji ser hemî endamên çapemeniyê yên li wî welatî kir.

Sekreterê Giştiyê IFJê Anthony Bellanger di nirxandina xwe ya derbarê mijarê de wiha axivî:

"Pêdivê rojnameger ji rikaberiya siyasî ya di navbera dewletan de zirarê nebînin.Hebskirina endamên çapemeniyê bi îdiaya belavkirina 'nûçeyên derew', rêyeke asan e ji bo bêdengkirina dengên rexnegir. Em bangawaziya serbestberdana hemî endamên çapemeniyê li hikûmeta Misrê dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın