Dinya

Eskerên Îsraîlê li El-Xelîlê zarokekî xist û binçav kir

Esat Fırat  | 24.09.2021 - Rojanekırın : 25.09.2021
Eskerên Îsraîlê li El-Xelîlê zarokekî xist û binçav kir

Quds

 Eskerên Îsraîlê li El-Xelîla bajaroka Şerîeya Rojava ya dagirkirî zarokekî 10 salî yê Filistînî xist û binçav kir.

Ziya El-Hedadê Filistînî diyar kir ku eskerên Îsraîlê li Til Rumeydeya taxa El-Xelîlê Îsmaîl En-Nîçiyê 10 salî yê kurê xuşka wî xist û binçav kir.

Hedad destnîşan kir ku xarziyê wî 3 saetan li navenda binçavkirinê girtin, zarokên li herêma Bajarê Qedîm ê li El-Xelîlê her roj "di atmosfera tirs û xewfê ya eskerên Îsraîlê da dijîn".

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat binçavkirina bi destê hêzên Îsraîlê êdî bûye tiştekî normal, jin û zarok jî tev gelek kes tên binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın