Dinya

Eskerên Fransayê li Sûriyeyê di bin himayeya Amerîkayê da hebûna xwe didomînin

Artêşa Fransayê li Sûriyeyê herêmên ku YPG/PKKya rêxistina terorê dagir kirine di bin himayeya artêşa Amerîkayê da hebûna xwe didomîne

19.11.2019 - Rojanekırın : 20.11.2019
Eskerên Fransayê li Sûriyeyê di bin himayeya Amerîkayê da hebûna xwe didomînin

Ankara

Artêşa Fransayê li Sûriyeyê herêmên ku YPG/PKKya rêxistina terorê dagir kirine di bin himayeya artêşa Amerîkayê da hebûna xwe didomîne.

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron di mijara krîza li Sûriyeyê û dijî polîtikayên Tirkiyeyê yên li herêmê dimeşînine da gelek caran daxuyaniyên biîdia dide.

Serokomar Macron herî dawî 8ê mijdarê daxuyaniyek dabû û gotibû di navbera Amerîka û NATOyê da tu kordînasyon tune ye û hebûna NATOyê rexne kiribû.

Macron di daxuyaniya xwe da gotibû êdî tu feydeya NATOyê nemaye û dewletên Ewropayê ji Amerîkayê bawer nakin.

Macron çend bi şiklî biaxive jî li Sûriyeyê hebûna xwe di bin himayeya Amerîkayê da bi xêra îmkan û baregehên wan da didomîne.

Macron 9ê cotmehê di destpêka Herekata Kaniya Aştiyê ji serokên YPG/PKKya rêxistina terorê hin kes qebûl kirbûn û li meqama xwe bi wan ra hatibû bal hev. Tirkiyeyê ji ber vê hevdîtinê bertek nîşanî Fransayê dabû.

- Fransa li Dêrazor, Heseke û li Reqayê xwediyê 4 baregehên eskerî ye

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistin Fransa li Dêrazor, Heseke û li Reqayê xwediyê 4 baregehên eskerî ye.

Frensî li hemû cihên eskerî yên bi cih bûne bi eskerên Amerîkayê ra hevbeş bi kar tînin.

Li herêmên di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ne 200 eskerên Fransayê hene.

Eskerên Fransayê yên li Sûriyeyê wek "hêzên taybet" û "eskerên di nav hêzên koalîsyonê da wezîfedar in" ji du cureyan pêk tên.

- Perwerdeyê didin YPG/PKKyê

Eskerên Fransayê yên ku li Dêrazor li hemberî DEAŞê şer dikirin niha perwerdeyê didin terorîstên YPG/PKKyî.

Li Hesekeyê qasî 50 eskerên Fransayê di nav koalîsyonê da cih digrin.

Li Reqayê jî 15 eskerên Frensî hene.

Cihên eskerî yên di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ne û artêşa Fransayê li wir e ev der in; avahiyên Cîbseyê yên li başûrê Hesekeyê, baregeha 'Fabrîqeya Şekir' a bakurê Reqayê, qadên neftê û xazê yên 'Omer' û 'Tenek' ên li Dêrazor.

Di Hereketa Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê da Fransayê eskerên xwe yên li Tebqaya Reqayê, Eynulerebê (Kobanî) û Minbîcê yên li gel eskerên Amerîkayê bûn vekişandibû.

- Hewildana "meşrûkirina" YPG/PKKyê ya Fransayê dewam dike

Fransa ji aliyekê va jî hewildanên navbeynkariya YPG/PKK û Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) ku nûnerê meşrû yê Kurdên mixalif ên Sûriyeyê ye, didomîne.

Fransayê nêzî meh û nîvek berê heyetek şandibû herêmê. Heyetê li Hesekeyê di navbera Qamişlo û Amûdê da hereket kir û ji bo ku pirsgirêkên navbera ENKS û YPG/PKKyê çareser bike, bi herdu aliyan ra hevdîtin kiribûn.

Beriya ku Herekata Kaniya Aştiyê dest pê bike qismekî heyetê ji Sûriyeyê derketin, qismê mayî jî ji bo çarserkirina pirsgirêkên navbera herdu aliyan hewildanên xwe domandibû.

Heyetê du hefte berê ji serkirdeyên YPG/PKKyê terorîst Ferhat Abdî Şahînê bi kodnavê "Mazlûm Kobanî" û nûnerên ENKSyê anîbûn cem hev, lê ji civînê tu encam derneketibû.

Hewildanên Fransizan ji bo vê yekê hê dewam dikin û heyeta ku şandibûn hefteyek berê ji Sûriyeyê çûn.

Fransiz ji bo vê yekê di serê tîrmehê da bi nûnerên ENKSyê ra rûniştibûn û teklîf kiribûn ku wan û YPG/PKKyê "li hev bînin", lê endamên ENKSyê ev teklîf qebûl nekiribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın