Eşîrên Dêrezora bajarê Sûriyeyê li rojhilata Feratê qada neftê ya Omerê û qada xazê ya Kunîkoyê bi dest xist

Li Sûriyeyê eşîrên Dêrezora ku dikeve rojhilata Çemê Feratê serî hildan û bi eşîrên ku ji rojavayê Feratê hatin herêmê ra herêma ku qada neftê ya Omerê û qada xaza siruştî ya Kunîkoyê lê ne, ji rêxistina terorê YPG/HSDyê xelas kir.

Li gor ragihandina ekîba AAyê ya li Dêrezorê, Qada Neftê ya Omerê û Qada Xazê ya Kunîkoyê ket destê hêzên eşîran.

Amerîkayê berê ev qad wekî baregeh bi kar dianîn û piştî ku ji van deran vekişiyabû, li herêmê valahiya ewlehiyê derketibû holê.

Eşîr li rojhilata Çemê Feratê hemberî rêxistinê pêş dikeve û li beldeyên Dêrezorê û gundên wê yên Şehil, Hewaîc, Zîban, Tayyane, Ebû Hemmam, Hatla, Garanîc, Bagoz, Susah û Şafeyê jî kontrol bi dest xist.

Li Sûriyeyê eşîran piraniya qismê bajarê Dêrezorê yê ku di binê dagirkeriya YPG/HSDyê da ye, xelas kir

Li Sûriyeyê eşîran piraniya qismê bajarê Dêrezorê yê ku di binê dagirkeriya rêxistina terorê YPG/HSDyê da bû, xelas kir.

Li gor agahiya ku ekîba AAyê ji çavkaniyên eşîrên Dêrezorê hilda, eşîrên ku ji aliyê rojavayê çem derbasî aliyê rojhilatê bajêr bûn, bi eşîrên aliyê rojhilatê ra ji duh êvarê vir va dijî YPG/HSDyê şer dikin û şerê wan dewam dike.

Hêzên eşîran aliyê başûr û naverasta bajêr xelas kirin, qadên desthilatdariyê yên Dêrezorê ber bi Reqqa û Hesekeyê va berfireh kirin û bûn hakimê piraniya sînorên bajêr.

Li Dêrezorê navê cihên ku kontrola wan ket destê eşîran wiha ne:

Muheymîde, Suweydana Cezîrayê, Mûrat, Giranic, Et-Tayyane, El-Cerzî, Hatla, El-Huseyniyye, Duvar el-Halebiyye, El-Baxûr, Elbu Bedran, El-Bahra, Es-Sûse, Ebû Hardûb, Eş-Şenan, Denec, Zeyban, Hewayîc, Şahil, Zer, Busayra, Subha, Dehla, Cedîd Bekkara, Huşam, Mazlum, El-Hîsan, Qada Cefrayê, Huwayic Bumasa, Sava.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Dêrezorê, eşîrên herêma ku Qada Neftê ya Omerê û Qada Xazê ya Kunîkoyê lê ne jî ji rêxistina terorê YPG/HSDyê xelas kiribû.