Mahmut Geldi
09 Nîsan 2022•Rojanekirin: 12 Nîsan 2022
Erebistana Siûdî ji bo îsal kontenjana heciyên ku wê ji nav û dervayî welêt bên derxist milyonekî.
Wezreta Hec û Umreyê ya Erebistana Siûdî der heqê heyama hecê ya îsal da ku wê di bin tevdîrên Kovîd-19ê bên kirin da agahî parve kir.
Hat gotin ku hikûmeta Erebistana Siûdî ji bo zêdetir kes bikaribin bibin hecî kontenjana ji bo îsal derxist milyonekî.
Kontenjan li gor welatan wê bê parvekirin û kesên ji bo hecê bên qebûlkirin divê di bin 65 saliyê da bin û dozên sereke yên aşiya Kovîd-19ê li xwe xistibin.
Hat gotin ku her rêwiyê ji bo hecê biçe Erebistana Siûdî divê berî rêwîtiya xwe di nav 72 saetan da testa PCRyê kiribe û encam jî negatîf be wê demê bên qebûlkirin.
Erebistana Siûdî di sala 2020î da bi tenê ji nav welêt û sînordarkirî kesên dixwestin bibin hecî qebûl kir û par jî ji nav welêt 60 hezar kes qebûl kir û ji bo kesên dixwazin ji dervayî welêt bên jî rê nedabû.