Dinya

Erdogan û Putîn teyît kirin ku li Sûriyeyê têkoşîna dijî hemû rêxistinên terorê da di nav kordînasyonê da tevbigerin

Hat ragihandin ku di hevdîtina Serokomar Erdogan û Putîn a li Soçiya bajarê Rûsyayê da serokan biryardariya xwe ya ji bo li Sûriyeyê di têkoşîna dijî hemû rêxistinên terorê da di nav kordînasyon û piştevaniyê da tevgerînê teyît kirin.

Zafer Fatih Beyaz   | 05.08.2022
Erdogan û Putîn teyît kirin ku li Sûriyeyê têkoşîna dijî hemû rêxistinên terorê da di nav kordînasyonê da tevbigerin

Ankara

Hat ragihandin ku di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn a li Soçiya bajarê Rûsyayê da serokan biryardariya xwe ya ji bo li Sûriyeyê di têkoşîna dijî hemû rêxistinên terorê da di nav kordînasyon û piştevaniyê da tevgerînê teyît kirin.

Der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokdewletê Rûsyayû Putîn da daxuyaniya hevpar hat dayîn.

Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn civiyan

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku herdu serokan îradeya xwe ya digel ezmênûn herêmî û navneteweyî yên berdest di çarçoveya rêzgirtina dualî û naskirina berjewendiyên muteqabil pêşxistina têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê teyît kirin. Li gor daxuyaniyê di vê çarçoveyê da serokan li ser mijarên di rojeva têkiliyên dualî yên Tirkiye-Rûsyayê da îstişareyên berfireh kirin, mutabiq man ku hecma bazirganiya di navbera herdu welatan da di çarçoveya hedefên hatine tesbîtkirin da û li ser bingeheke hevseng da pêş bixin, di warên aborî û vejenê da hêviyên herdu welatan ên ji hev di çarçoveya muteqabiliyetê da bên pêkanîn, di sektorên wekî gihandin, bazirganî, çandinî, pîşesazî, fînans, turîzm û înşeatê da hevkariyê xurt bikin û ji bo vê pêngavên berbiçav biavêjin.

Serokan di çarçoveya mijarên herêmî da têkiliyên navbera Tirkiye-Rûsyayê da yên samîmî rastbêj û xwe dispêrin pêbaweriyê ji bo tesîskirina îstiqrara herêmî û navneteweyş girîng e. Herdu serokan teyît kir di lihevkirina Mutebaqata Stenbolê ya ji Ukraynayê dexl û xurek bê sewqkirin da têkiliyên erênî yên navbera herdu welatan da rol lîst.

Serokomar Erdogan û Putîn destnîşan kirin ku ji Rûsyayê dexl, gubre, madeyên xam ên ji bo hilberîna gubreyê bênavber bên îxrackirin jî di nav da li gor rih û bingeha wê divê Mutebeqata Stenbolê bê tetbîqkirin.

Erdogan û Putîn di hevdîtinê da li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê sekinîn û destnîşan kirin ji bo ku li welêt çareseriya mayînde bê bidestxistin girîng e ku pêvajoya siyasî bê pêşxistin.

Serokan parastina yekîtiya ax û bihevrebûna siyasî ya Sûriyeyê destnîşankirin û teyît kirin biryardar in ku li Sûriyeyê di têkoşîna dijî hemû rêxistinên terorê da di nav piştevanî û kordînasyonê da tevbigerin.

Erdogan û Putîn mutabiq man ku civîna din a Konseya Hevkariya Payebilind a Tirkiye-Rûsyayê li Tirkiyeyê bê kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.