Dinya

Erdheja li Çînê

Di erdheja li eyaleta Siçuanê ya Çînê ya bi lerza 5,4an da kesek mir û 29 kes jî birîndar bûn. Li herêmê 17 avahî hilweşiyan, di 215 avahiyan da jî zirar çêbû

Türkan Tosun  | 08.09.2019 - Rojanekırın : 09.09.2019
Erdheja li Çînê

Beijing

Li eyaleta Siçuanê ya Çînê bi lerza 5,4 erdhej çêbû, kesek mir û 29 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya Televîzyona Navendî ya Çînê (CCTV) li Veyyûena navçeya Neycîana li ser eyaleta Siçuanê îro serê sibê bi lerza 5,4 erdhej çêbû, di erhejê da kesek mir û 29 kes jî birîndar bûn.

Piştî erdhejê bi lerza 4 dîsa erhej çêbû.

Li herêmê 17 avahî hilweşiyan, di 215 avahiyan da jî zirar çêbû.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê, li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dest pê kir.

Ji ber erdhejê ceyran jî çû.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın