Haydar Şahin, Irmak Akcan
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Eraqçî piştî gefên DYAyê yên li dijî Îranê, li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya X a DYAyê daxuyanî da.
Eraqçi got, "Doktrîna me ya parastinê zelal e: çav bi çav, diran bi diran," û hişyarî da ku “her êrîşek li dijî Îranê, binesaziya me jî di nav da, dê bike ku em bersiveke bihêz û biryardar bidin.”
Ebas Eraqçî derbarê êrîşên muhtemel ên DYAyê da got, "Cureyê piştgiriyê her çi be, aliyên ku di her êrîşên muhtemel ên DYAyê da beşdar bin dê wekî armancên rewa bên hesibandin."
Serokê Parlamentoya Îranê Qalîbaf: "Hevkêşeya şer eşkere ye; an em hemû an jî ne ti kes"
Serokê Parlamentoya Îranê Muhemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku li herêmekê ku Îran nikaribe neftê bifiroşe dê ti kes nikaribe neftê bifiroşe, an her kes dê di nava ewlehiyê da be yan jî ti kes dê di nava ewlehiyê da nebe.
Qalîbaf li ser hesabê xwe yê li ser platforma medyaya civakî ya X a li Amerîkayê derbarê Tengava Hurmuzê û firotina neftê da daxuyanî da.
Qalîbaf got, "Hevkêşeya şer eşkere ye; an em hemû an jî ne ti kes. Li herêmekê ku em nikaribin neftê bifiroşin dê ti kes nikaribe neftê bifiroşe. Heke em ne di nava ewlehiyê da bim dê ti binesazî di nava ewlehiyê da nebe."
Qalîbaf îdia kir ku ewlehiya Tengava Hurmuzê bi nebûna hêzên DYAyê va girêdayî ye û got, "Me gelek caran gotiye ku dê rewşa li Tengava Hurmuzê venagere rewşa xwe ya berî şer."