Tolga Akbaba
03 Tebax 2026•Rojanekirin: 03 Tebax 2026
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebbas Eraqçî ragihand ku di danûsitandinên bi Ummanê ra yên li ser Tengava Hurmuzê da ew di qonaxa dawîn da ne.
Li gorî ÎRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê, Eraqçî li ser Tengava Hurmuzê daxuyanî da.
Eraqçî eşkere kir ku di danûsitandinên bi Ummanê ra yên li ser Tengava Hurmuzê da ew di qonaxa dawîn da ne.
Ji aliyekî din va Îsmaîl Beqayiyê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê got ku statuya Tengava Hurmuzê dê wekî serdema berî şer nebe û wiha dewam kir, "Danûsitandinên di navbera Îran û Ummanê da ber bi kutabûnê da ne, di sefheya dawîn da ne. Danûsitandinên di navbera Îran û Ummanê da dualî ne û aliyên din eleqedar nake."