Dinya

Ekîba Ajansa Anadoluyê çû li ser sînorê Belarûs-Polonyayê ya ku qeyrana koçberan lê heye

Ali Cura   | 18.11.2021
Ekîba Ajansa Anadoluyê çû li ser sînorê Belarûs-Polonyayê ya ku qeyrana koçberan lê heye

Hrodzyenskaya Voblasts

 Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) li ser sînorê Belarûs-Polonyayê ya ku 10 roje qeyrana koçberan lê heye dest bi xebatan kir.

Kesên li ser sînorê Grodnoya bajarê Belarûsê li herêma Bruzgiyê bi mebesta ku koçî Ewropayê bikin ji Iraqê vîze standine û hatine Belarûsê û dixwazin ji vir derbasî Polonyayê bibin li hemberî hewaya sar hê jî cihê xwe terk nakin.

Zarok û jin jî tê da nêzîkî 2 hezar koçber li ser sînor ji xwe ra kamp ava kirine û di van kampan û navendên lojîstîkê yên ku hikûmeta Belarûsê ava kiriye da dimînin.

Ekîba AAyê ya ku ji Belarûsê derbasî wê herêmê bû rewşa koçberan ji aboneyên xwe û dinyayê ra radigîhîne.

Li ser sînor alîkariya mirovî li koçberan tê belavkirin, ji bo ku jin û zarok xwe germ bikin hewl tê dayîn.

Ji koçberan hin kom dem demî hewl didin ji sînorê Polonyayê derbas bibin, lê hêzên Polonyayê destûrê nadin û ew dîsa vedigerin axa Belarûsê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın