Muhammed Emin Canik
28 Hezîran 2026•Rojanekirin: 28 Hezîran 2026
Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên Tirk yên gihîştin Venezuelaya ku erdhejên tund lê çêbûn, dest bi xebatan kirin.
Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD) û Hêzên Çekdarên Tirk yên gihîştin bajarê La Guairayê yê ku bi awayê herî zêde ket ber tesîra erdhejê, li ser îxbara dibe ku di bin kavilê avahiya 14 qatî da ya ku li Taxa Paezê hilweşiya kesên zindî mabin, çû herêmê.
Ekîb bi ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên Îspanyol ra yên ku li deverê xebatê dimeşînin, ketin kordînasyonê û bi wî awayî xebatên xwe didomînin.
Şêniyên deverê destnîşan kir ku di avahiya 14 qatî da ya hilweşiya, 43 daîre hebûn û ji wan jî 41 daîreyên meskûn bûn.
Şêniyên deverê bal kişandin ku berî niha ji bin kêvil kesên zindî hatin xilaskirin û kesekî ji bin kêvil hat derxistin, der heqê kesên din da yên ku di bin kavilan da mane, agahî da.