Dinya

Dîmenên qada şer a herî bilind a dinyayê cara ewil ji hêla AAyê va hatin kişandin

Dîmenên jiyana eskerî ya li herêma Sîachena ku dora wê lûtkeyên nêzî 8 hezar mêtroyî bilind hene û ji ber wê di navbera Pakistan û Hindistanê da şer heye cara ewil ji hêla AAyê va hatin kişandin.

Elif Orhan  | 17.09.2019 - Rojanekırın : 18.09.2019
Dîmenên qada şer a herî bilind a dinyayê cara ewil ji hêla AAyê va hatin kişandin

İslamabad

Dîmenên jiyana eskerî ya li herêma Sîachena ku di navbera salên 1984-2003yan da li wir pevçûn qewimîn lewra dibêjinê "qada şer a herî bilind ya dinyayê" ya ku li dora wê lûtkeyên nêzî 8 hezar mêtroyî bilind hene û wir di navbera Pakistan û Hindistanê da şer heye cara ewil di çapemeniya navneteweyî da ji hêla AAyê va hat kişandin.

Herêm li sêgoşeya Pakistan, Çîn û Hindistanê da bi temamî ji çiyayên qeşa û bi berfê pêçayî pêk tê û bi Qeşaya Sîachena ku ji 70 kîlomêtroyî firehtir e piştî cemseran sêyemîn qeşaya herî mezin lê heye. Herêm ji ber wê wekî "cemsera sêyemîn" tê binavkirin.

Pakistan û Hindistan ji ber ku qeşa dewama Keşmîra binîqaş e li vê herêmê heq îdia dikin.

- Dema ku herdu artêşan siparîşa melzemeyên eskerî dan heman firmayê şer derket

Li gor peymana di sala 1949an da ya ku Xeta Kontrolê ya li Keşmîrê hat diyarkirin a di navbera herdu welatan da hakimiyeta qeşayê bi daxuyaniya "Ji Xeta Kontrolê ber bi bakur va" hat diyarkirin û ev yek jî ji hêla herdu welatan va cuda hat şîrovekirin.

Hindistan dibêje ku Qeşaya Sîachenê divê bi awayekî ku di nav sînorên wê da bimîne xet seranserê Çiyayên Saltoroyê ber bi bakur va biçe, Pakistan jî îdia dike ku qeşa divê bi awayekî ku di nav sînorê Pakistanê da bimîne seranserê Derbasoka Qerequrumê be.

Welat ji ber vê li hev nakin û biryar dan ku esker bişînin herêmên ku heta 1984an lê esker tunebûn. Artêşa Hindistanê pê hesiyabû ku artêşa Pakistanê jî siparîş daye firmayeke Îngiliz a ku jê ra melzemeyên eskerî yên ku di hewaya sar da tên bikaranîn, tedarik dike û operasyona ewil da destpêkirin.

Pakistanê bersiv da vê hemleya artêşa Hindistanê û li ser vê li herêma ku wekî "banê dinyayê" tê qebûlkirin şerekî nehatiye îlankirin derket.

Di encama şer da Hindistanê ji sê paran du parê kontrola Qeşaya Sîachenê xist bin kontrola xwe û Qeşaya Baltoroyê jî ket bin kontrola Pakistanê.

- Esker ji bo ku bigihêjin cihê peywira xwe çendî rojan dimeşin

Piştî şerê Sîachenê gelek lûtke ketin destê artêşa Pakistanê. Ji wê rojê vir va herdu welat jî eskeran dişînin herêmên bin kontrola xwe da û wan deran cihên eskerî ava dikin.

Artêşa Pakistanê deriyên qereqolên li Sîachenê û jiyana eskerî ya wir cara ewil ji AAyê ra vekir. Rêvebirê Weşana Zimanên Dinyayê yê AAyê Mehmet Ozturk, nûçegihanên Îslamabadê yên AAyê Behlul Çetînkaya û Îslamuddîn Sajîd bûn nûnerên ewil ên çapemeniyê yên ku çavdêriya jiyana eskerî ya li herêma Sîachenê kirin.

Fîloya firokeyan a li bajarê Skarduya eyaleta Gîlgît-Baltîstana li bakurê Pakistanê ew cih e ku firokeyên ku ji bi gihaştina herêma Sîachenê lê bi cî dibin, xurek, xwarin, melzemeyên eskerî û hewcedariyên din li wir kom dibin.

Qereqolên eskerî û lûtkeyên bin kontrola artêşa Pakistanê da ji wir bi firên nîv saetî dest pê dike û di navbera biqasî 3 hezar mêtro û 6 hezar mêtroyî da bi dehan qereqol hene.

Eskerên ku li wan qereqol û cihên çavdêriyê peywirdar in jî ji rêya ku ji Skarduyê heta Baltoro û Sîachenê diçe da bi wesayîtên ku heta gundê dawîn diçe bi rêwîtiyeke bi qasî 5 saetan diçin û ji wê pê va dimeşin.

Esker ji bo ku bigihêjin qereqolên li bilindahiya 6 hezar mêtro zêdetir e ji mehekê zêdetir dimeşin.

- Li qereqolan bi sedan tupên oksîjenê

Li hemû qereqolên ku ji avahiyên prefabrîk ên gilover ên ku dibêjinê "Îglo" û du kes tê da dikarin bimînin yan jî ji avahiyên kevirîn pêk tê da herî kêm doxtorekî eskerî û bi sedan tupên oksîjenê hene. Di firokeyên ku tên wir da jî ji bo pîlot û rêwiyan tupên oksîjenê hene.

Her eskerên di artêşa Pakistanê da mecbûr in ku seranserê peywira xwe herî kêm carekê 21 an jî 30 rojên xwe li herêmê derbas bikin.

- Zivistanê germahiya hewayê dikeve heta 50 pîle bin sifirê

Eskerên li herêmê peywirê dikin daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da gotin ku zivistanê germahî dikeve 50 pîle bin sifirê da û ji ber pûkeyê pîstên qereqol û firokeyan di bin berfê da dimînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın