Dinya

DYAyê xelefê Qasim Silêmanî tehdîd kir

Nûnerê Taybet ê DYAyê ji bo Karûbarê Îranê Brian Hook:"Heke Îsmaîl Kaanî jî Amerîkayiyan bikuje, eqûbeta wî jî wê bi heman awayî be"

İbrahim Atmaca  | 23.01.2020 - Rojanekırın : 24.01.2020
DYAyê xelefê Qasim Silêmanî tehdîd kir

Ankara

 Nûnerê Taybet ê DYAyê ji bo Karûbarê Îranê Brian Hook, Tuxgeneral Îsmaîl Kaaniyê ku şûna Qasim Silêmanî ji bo Fermandariya Hêza Qudsê ya girêdayî Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê hat tayînkirin, tehdîd kir.

Hook ji Şerqul Ewseta rojnameya Erebistana Siûdî ra axivî û bi destê DYAyêkuştina Silêmanî ya li Balafirgeha Bexdayê wiha şîrove kir, "Ji bo rejima Îranê kêmasiyeke ku nayê temamkirin hat çêkirin."

Hook Kaaniyê ku li şûna Silêmanî hat tayînkirin jî tehdîd kir û wiha got, "Heke Îsmaîl Kaanî jî Amerîkayiyan bikuje, eqûbeta wî jî wê bi heman awayî be."

Hook wiha axivî: "Heke li herêmê dijî Amerîkayiyan an jî dijî berjewendiyên Amerîkayê êrîş çêbin, em ê rejima Îranê û hêzên wê yên wekîl berpirsiyar bibînin."

Hook li ser pirsa protestoyên dijî hikûmeta Îranê jî seba xwepêşandêran got ku "qehreman in" û diyar kir ku piştgiriya DYAyê wê ji bo wan dewam bike.

DYAyê di 3yê rêbendanê da li Balafirgeha Bexdayê bi êrîşa esmanî Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê kuştibû, Îranê jî di 8ê rêbendanê da bi fuzeyan êrîşî baregehên Eyn el-Esed û Hewlêrê yên ku hêzên DYAyê lê ne kiribû û di nav herdu welatan da rageşî zêde bûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.