Dildar Baykan Atalay
17 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2026
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku pêla êrîşa ya dijî Îranê ku 6 rojan berdewam bû, hatiye bidawîkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê da wiha hat gotin:
"CENTCOMê êrîşa mezin a ku li dijî Îranê dabû destpêkirin, bi dema rojhilatê DYAyê saet 21.40î (bi dema Tirkiyeyê sat 04.40î) bi dawî kir."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hedefên eskerî yên weke mewziyên çavdêriya peravan û parastina asîmanî, binesaziya lojistika eskerî û qabiliyetên deryagerî, dron, balafir û keştiyên şer hatin hedefgirtin. DYA 6 rojan di vê êrîşê da berdewam bû.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku halêhazir zêdetirî 50 hezar eskerên DYAyî li Rojhilata Navîn erkdar in.
CENTCOMê duhê bi dema Tirkiyeyê saet 21.00ê, li dijî Îranê pêleke nû ya êrîşa asîmanî ragihandibû.
Hatibû ragihandin ku piştî Artêşa DYAyê pêleke nû ya êrîşan li dijî Îranê ragihand, Balafirgeha Îranşehrê, bajarê Hamidiyeyê û li Bender Ebasê jî pireyek bûye armanc.