Dinya

Du malbatên din jî beşdarî nobeta ewladan bûn

Haydar Şahin   | 28.10.2020
Du malbatên din jî beşdarî nobeta ewladan bûn

Diyarbakir

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 422yan da dewam dike.

Hediye Ekinciya ji Tunceliyê hat ji bo Sînema qîza xwe beşdarî çalakiya rûniştinê bû diyar kir ku qîza wê ya xwendekara zanîngehê 10 sal berê di 20 saliya wê da revandin çiyê.

Ekinciyê got, "Ez dixwazim qîza min paşda were. Êdî bes e bi salan e vê dikişînim. Bira qîza min were ez wê hembêz bikim." û wiha pê da çû:

"Min nexwar pê da xwarin. Li xwe nekir li wê kir. Bi feqiriyê di şertên zor da min ew şand zanîngehê. Ji bo xwe xilas bike wekî me di gund da nemîne û pêrîşan nebe. Xwedê agir berî hundirê wan bide, kezeba wan reş be."

Ugur Fîdanê ji bo Ferdiyê birayê xwe ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat û beşdarî çalakiyê bû jî got birayê wî 10 sal berê di 13 saliya xwe da şivantî dikir û bi destê terorîstan hat revandin.

Fîdan diyar kir ku ji bo birayê xwe beşdarî çalakiyê bû û wiha axivî: "Birayê min 10 sal berê şivantî dikir û bi destê rêxistinê hat revandin. Paşê xeber şandin û gotin 'Me revandiye bira lê negerin.' 10 sal e xebera me jê tune. Diya min bi hesreta wî maye. Em dixwazin vegere."

Gullu Turana ji bo Aleva qîza xwe ya di sala 2015an da revandin çiyê çalakiya rûniştinê didomîne jî got ku qîza wê xwendekara pola 2yan a lîseyê bû û revandin.

Turanê got ku qîza wê li navendê dixwend, dawiya hefteyê nehat gund li ser vê xeber dan cendirmeyan û dest bi lêgerînê kirin.

Turanê got mêrê wê çû avahiya HDPyê û bi wan ra ket niqaşê li ser vê rêxistina terorê qîza wê revand.

Turanê wiha xeberda: "Ji wê çaxê wir da xebera me jê tune. Aleva min heke dengê min dibihîzî, an min dibînî lêxe were. Ji bo me ne şev şev e ne jî rok roj e. Her tim te xeyal dikim. Min digot Aleva min ew ê bixwîne hem xwe hem jî min xilas bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın