Dinya

Drama malbata ku di êrîşa Rûsyaya piştgirê rejima Sûriyeyê da jiyana wan tarî bû

Balafirên şer ên Ûris rojek beriya agirbesta ku di 6ê adarê da kete rewacê, li Îdlibê êrîşî sivîlên ku xwe spartibûn çewlikeke mirîşkankir û ji malbata Kiteyşê 6 kes hatin kuştin

İbrahim Atmaca  | 31.03.2020 - Rojanekırın : 01.04.2020
Drama malbata ku di êrîşa Rûsyaya piştgirê rejima Sûriyeyê da jiyana wan tarî bû

İdlib

Malbata Kiteyş ji malbatên ku li Sûriyeyê di êrîşên Rûsyaya piştgiriyê dide rejima Beşşar Esed da jiyan li wan tarî bûne, tenê malbatek e.

Malbat salek berê ji Bab et-Taka gundê Hamayê ji warên xwe hatibûn derxistin û xwe li Marristmisrîna herêma Îdlibê spartibûn çewlikeke mirîşkan.

Lê balafirên şer ên Ûris di 5ê adarê da êrîşî çewlika mirîşkan kir û çewlik ji bo 6 kesên malbata Kiteyşê bû goristan.

Di êrîşê da ji pênc zarokên Hîtam Kiteyşa dayik 2 keçên ku emrê yekê 15, emrê yekê jî 5 e tevî 4 eqrebayên wê hatin kuştin.

Mîraya dergûşa Hîtamê jî sal û nîvî ye û wê êdî ji vir û şûnda bi şopa şarapnelên ku li bedena wê ketine va bijî. Her wiha serê Mîrayê jî deriziye.

Malbat piştî êrîşê bê mal ma û koçî herêma kampên penaberan a Atmeyê ku li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê ye, kir.

Hîtam Kiteyşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û qala dema êrîşa ku hat kirin û piştî êrîşê kir.

Kiteyşê wiha got: "Em di nava aramiyê da razayî bûn. Nişka balafira Ûris em kirin hedef. Di binê kavilê da nalenala mêrê min dihat. Dengê herdu keçên min, jintiya min, keça wê, xasî û xezûrê min nehat min. Min fêm kiribû ku mirine. Înşeallah bûne şehîd."

"Min fêm kiribû ku keça min a 5 salî miriye"

Kiteyşê diyar kir, piştî êrîşê baniyê çewlika mirîşkan hilweşiya û wiha dewam kir:

"Bi qasî ku tê bîra min keça min a 5 salî li cem min bû. Qet nediliviya. Min fêm kiribû ku miriye. Min kurê xwe kişand. Hereket kir û derket derva. Kevir ketibûn ser piyên dergûşa min Mîra û digiriya."

"Qeyê dergûşê min ê sal û nîvî terorîst bû?"

Dayikê got, "Qeyê dergûşê min ê sal û nîvî terorîst bû? Xwedê tola me hilde." û wiha dewam kir:

"Ez hêvî dikim ku rewşa me baştir bibe. Em dixwazin aştî çêbe û şer kutabe. Em dixwazin ji vê rewşê xelas bibin. Li vê derê pêdiviya me bi her tiştî heye. Piştî êrîşê tu tiştekî me nema."

Rewşa Îdlibê

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da bajarê Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Xumsê, li paytextê Şamê Xûteya Rojhilat û herêmên başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsyayê li Soçiyê ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomîne û ji gulana 2019an vir va digel navçeyên girîng ên Îdlibê, başûr û başûrê rojhilata Îdlibê, deverên çiyayî yên bakurê û rojhilata Hamayê, deverên çiyayî yên başûr û rojavayê Helebê gelek cî war bi dest xistin.

Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va di êrîşên rejim û piştgirên wê da ji 1800î zêdetir sivîlan can da. Ji rêbendana 2019an vir va jimara kesên ku koç kirin derket milyonek û 942 hezarî.

Herî dawîn Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn di 5ê adarê da li Moskovaya Paytextê Rûsyayê mitabaqateke nû îmze kirin û ji 6ê adara 2020î vir va agirbest ketiye rewacê.

Her çend hêzên rejimê li çend deveran agirbestê binpê bikin jî, bi giştî guh didin agirbestê.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın