Dinya

Dijî Balafirgeha Bexdayê bi moşekan êrîş hat kirin: Balafireke sivîl zirar dît

Haydar Karaalp  | 28.01.2022 - Rojanekırın : 29.01.2022
Dijî Balafirgeha Bexdayê bi moşekan êrîş hat kirin: Balafireke sivîl zirar dît

Baghdad

Hat ragihandin li Iraqê dijî aliyê sivîlan ya Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî bi 6 moşekan êrîş hat kirin.

Li gor nûçeya malpera "NasNews"ê ku nêzîkî serokwezîriyê tê zanîn ber destê sibehê dijî aliyê sivîlan ya Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî bi 6 moşekan êrîş hatiye kirin.

Li gor agahiyan ji ber êrîşê balafireke sivîl ya vala ya li apronê zirar dîtiye.

Di nûçeyê da wêneyên balafirê jî hatine parvekirin.

Li Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî baregeheke eskerî ya Amerîkayê jî heye. Meqamên fermî yên Iraqê hê der barê êrîşê da daxuyanî nedane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.