Di pevçûnên li Xezeyê da jimara eskerên Îsraîlê yên ku hatin kuştin, derket 68an
Quds
Artêşa Îsraîlê ragihand, li Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî di pevçûnên ku dewam dikin da jimara eskerên ku hatin kuştin, derket 68an.
Li gor daxuyaniya ku ji artêşê hat dayîn, 2 eskerên wan ên din jî di pevçûnên li bakurê Xezeyê da hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di pevçûnên li bakurê Xezeyê da 5 eskerên Îsraîlê jî giran birîndar bûn.
Li daxuyaniya artêşa Îsraîlê ji 27ê cotmehê vir va jimara eskerên Îsraîlê yên ku di pevçûnên li Xezeyê da hatin kuştin, derket 68an.