Dinya

Di nav 2 meh û nîvê dawîn da li Îdlibê 100 jê zarok 313 sivîl hatin kuştin

Ji ber êrîşên artêşa Esed, Rûsya û komên terorîst ên biyanî ku Îran piştgirê wan e heta niha ji 382 hezarî zêdetir sivîl ji cih û warê xwe bûn

Abdullah Tel  | 16.01.2020 - Rojanekırın : 17.01.2020
Di nav 2 meh û nîvê dawîn da li Îdlibê 100 jê zarok 313 sivîl hatin kuştin

İdlib

 Ji meha Sermaweza 2019an vir va ji ber êrîşên artêşa Beşşar Esed, Rûsya û komên terorîst ên biyanî ku Îran piştgirê wan e li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê 100 jê zarok 313 sivîl hatin kuştin û ji 382 hezarî zêdetir kes jî ji cih û warê xwe bûn.

Li gor agahiyên ji Koordînatoriya Mudaxaleya Sûriyeyê ku der heqê koçên ji herêmê da agahiyan berhev dike hatin hildan ji serê meha Sermaweza 2019an heya niha li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê 382 hezar û 466 sivîlên ku ji 67 hezar û 104 malbatan pêk tên ji mecbûrî koç kirin.

Di heman pêvajoyê da 100 jê zarok 313 sivîl mirin û zarok jî di nav da 1843 sivîl jî birîndar bûn.

Ji hêla din va 48 mizgeft, 3 navendên Parastina Sivîl, ambûlansek, 9 ekîbên tenduristiyê, 15 tesîsên tenduristiyê, 11 kon bajar, 8 santralên avê, 51 dibistan û 14 cihên pazarê jî rastî êrîşan hatin.

Li herêmê bergîdana zirar û ziyana ku ji ber êrîşan pêk hat jî gihîşt 322 milyon dolarî.

Bergîdana zirara maddî gihîşt 322 milyon dolarî

- Rewşa kesên koç kirin

Piraniya sivîlên ku ji cih û warê xwe hatin kirin xwe spartin herêmên nêzî xeta sînorê Tirkiyeyê ne, qismek wan jî diçin herêmên Hereketa Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê.

Koçên ji herêma Cebel ez-Zeviyeyê dest pê kirin û heke êrîş zêde bibin fikar ewe ku wê nêzî 250 hezar sivîlên din jî ji cih û warê xwe bibin.

Kampên li Îdlibê tijî bûn, ji bo kon vegirtinê cih nema û binesazî tuneye û herwiha alîkarî jî kêm bûne, bi hezaran sivîl nikarin starekê bibînin ku serê xwe bixinê.

Bi hezaran malbatên ji ber êrîşan revîn û bêstar mane, li benda alîkariyê ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.