Hilmi Sever
03 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2022
Di Kupaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2022yan ku bi mazûvaniya Qatarê tê lidarxistin da pêşbirkên koman temam bûn û 16 tîmên biserketî yên ku dê li hember hev bileyizin jî diyar bûn.
Du tîmên ku di koma xwe da di rêza yekê û ya duyemîn da cî girtin derketin û di nav 16 tîman da bi cî bûn.
Pêşbirkên tura 16an a dawîn wê îro dest pê bike û bi pêşbirka ku di 6ê Rêbendanê roja sêşemê bê lîstin wê bi dawî bibe.
Bernameya pêşbirka 16 tîmên derketin tura ser wiha ye:
3ê Berfanbarê Roja Şemiyê
Di saet 18.00an da Hollanda-Amerîka (Xalîfa)
Di saet 22.00an da Arjantîn-Awistralya (Ehmed Bîn Elî)
4ê Berfanbarê Roja Yekşemê:
Di saet 18.00yî da Fransa-Polonya (Al Thumama)
Di saet 22.00yî da Îngiltere-Senegal (Al Bayt)
5ê Berfanbarê Roja Duşemê:
Di saet 18.00an da Japonya-Xirvatistan (Al Janoub)
Di saet 22.00an da Brezilya-Koreya Başûr (Stadyum 974)
6ê Berfanbarê Roja Sêşemê:
Di saet 18.00an da Fas-Spanya (Education City)
Di saet 22.00an da Portekîz-Swîsre (Lusail)
Di encama pêşbirkan da tîmên ku li hemberî reqîbê xwe bi ser kevin wê derkevin fînala çaryekê.