Dinya

Di konfeksiyona ÎHH piştgiriyê didê da wê ji bo zarokan sêwî yên Sûriyeyî cil û berg bên dirûtin

Îman Um Eymen a di konfeksiyona Hansayê ya li Ezezê da dixebite: "Heta Eyda Qurbanê em ê 3 hezar taxim cilî bidirûn û dilê sêwiyan xweş bikin."

Abdullah Tel  | 02.07.2020 - Rojanekırın : 03.07.2020
Di konfeksiyona ÎHH piştgiriyê didê da wê ji bo zarokan sêwî yên Sûriyeyî cil û berg bên dirûtin ( Saher El Hacci - Anadolu Ajansı )

Azez

Li Ezeza bakurê Sûriyeyê konfeksiyona Hansayê ya ku bi piştevaniya Weqfa Alîkariya Mirovahî ya Maf û Azadiyan a Mirov (ÎHH) hatibû vekirin wê heta Eyda Qurbanê wek eydane ji bo zarokên sêwî yên Sûriyeyî wê nêzî 3 hezar taxim cilî bidirûn.

Konfeksiyona Hansayê ya li kampa Babusselamê ku bi piştevaniya ÎHHyê hat vekirin ji bo 12 dayikên jinebî bû deriyê debarê.

Ev dayikên hanê ji aliyekî va bo li heyatê bimînin û ji aliyekî va jî ji bo zarokên xwe yên sêwî xwedî bikin hewl didin.

Dayikên xebatkarên konfeksiyonê tevlî zarokên xwe dilê zarokên din ên sêwî mane jî wê xweş bikin û berî Eyda Qurbanê nêzî 3 hezar taxim cilên ku wê wek eydane li sêwiyan bên belavkirin ji niha va didirûn.

Îman Um Eymen a di konfeksiyona Hansayê ya li Ezezê da dixebite daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mêrê wê 4 sal berê di êrîşa rejima Esed da can da û wiha pê da çû: "Ji wî 4 sêwî di stûyê min da man û ez tevlî wan derbasî kampa penaberan bûm û li wê derê dijîm."

- "Emê dilê sêwiyan xweş bikin"

Eymenê got ku ew ji bo xebatê li kar digeriya û wiha dewam kir: "Min dît ku konfeksiyon vekirine û min jî serî lê da ji berê va jî piçek ji van tiştan fehm dikim. Niha li vê derê dixebitim. Heta Eyda Qurbanê em ê 3 hezar taxim cilî bidirûn û dilê sêwiyan xweş bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.