Di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê li Brezîlyayê 1060, li Hindistanê 996, Meksîkayê 615 kes mirin
Buenos Aires
Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 1060, li Hindistanê 996, Meksîkayê 615 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 1060 kesî va hejmara miriyan derket 106 hezar û 523yan, hejmara pêketiyan jî 50 hezar û 644 kes zêde bû derket 3 milyon û 275 hezar û 520î.
Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 686 hezar û 122 kes bi vîrusê ketin û 26 hezar û 613 kes ji ber vîrusê mirin.
Hejmara kesên ji vîrusê filitîn jî bû 2 milyon û 394 hezar û 302.
Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda nexweşiyê.
- Hindistan
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 996 kesan va hejmara miriyan derket 49 hezar û 36an.
Li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 65 hezar û 2 kes zêde bû û derkete 2 milyon û 526 hezar û 193yan.
Li welêt hetanî nika milyonek û 808 hezar û 936 kes ji vîrusê xilas bûn.
- Meksîka
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 615 kesan va hejmara miriyan derket 55 hezar û 908 kesan.
Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 5 hezar û 618 kes zêde bû û derkete 511 hezar û 369 kesan.
Li welêt hetanî nika 345 hezar û 653 kesên bi nexweşiyê ketibûn rind bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.