Di 24 saetan da ji ber Kovîd-19ê li Brezîlyayê 1220, li Meksîkayê 730 li Hindistanê 475 kes mirin
Buenos Aires
Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 1220 kes, li Meksîkayê 730 kes û li Hindistanê jî 475 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 1220 kesî va hejmara miriyan derket 69 hezar û 184an, hejmara pêketiyan jî 42 hezar û 619 kes zêde bû derket milyonek û 755 hezar û 779an.
Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 349 hezar û 715 kes bi vîrusê ketin û 17 hezar û 118 kes ji ber vîrusê mirin.
Hejmara kesên ji vîrusê filitîn jî bû milyonek û 54 hezar û 43yan.
Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda nexweşiyê.
Jair Bolsonaroyê Serokê Brezîlyayê yê ku vîrus piçûk didît jî bi vîrusê ket.
Enstîtuta Îstatîstikan û Erdnîgariya Brezîlyayê di gulanê da diyar kiribû ku 4,2 milyon kesî semptomên windabûna bîn û tehmê, kuxik, agirê zêde nîşan dane.
- Li Meksîkayê hejmara miriyan derket 33 hezar û 526 kesan
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê bi mirina 730 kesî va hejmara miriyan derket 33 hezar û 526 kesan.
Li Welêt hejmara pêketiyan jî 7 hezar û 280 kes zêde bû derket milyonek û 282 hezar û 283yan.
Li welêt hetanî nika 172 hezar û 230 kes rind bûn.
- Li Hindistanê hejmara miriyan derket 21 hezar û 604 kesan
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê bi mirina 475 kesan va hejmara miriyan derket 21 hezar û 604an.
Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 26 hezar û 506 kes bi Kovîd-19ê ketin û hejmara pêketiyan derket 793 hezar û 802yan.
Li welêt hetanî nika 495 hezar û 513 kes ji vîrusê filitîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.