Dinya, Koronavîrus

Di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê li Hindistanê 1133, li Brezîlyayê 739, li Meksîkayê 445 kes mirin

İbrahim Atmaca   | 20.09.2020
Di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê li Hindistanê 1133, li Brezîlyayê 739, li Meksîkayê 445 kes mirin

Ankara

 Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da li Hindistanê 1133, li Brezîlyayê 739, li Meksîkayê 455 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1133 kesan va hejmara miriyan derket 86 hezar û 752yan.

Li welêt di 24 saetên dawîn da jimara pêketiyan 92 hezar û 605 kes zêde bû û derkete 5 milyon û 400 hezar û 619 kesan.

Li welêt hetanî niha 4 milyon û 303 hezar û 43 kes ji vîrusê xilas bûne.

- Brezîlya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 739 kesan va jimara miriyan derket 136 hezar û 532yan, jimara pêketiyan jî 33 hezar û 57 kes zêde bû û derket 4 milyon û 528 hezar û 240î.

Hejmara kesên ji vîrusê filitîn jî bû 3 milyon û 820 hezar û 95.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 455 kesan va jimara miriyan derket 73 hezar û 258 kesan.

Li Meksîkayê jimara pêketiyan 5 hezar û 167 kes zêde bû û derkete 694 hezar û 121 kesan.

Li welêt hetanî niha 496 hezar û 224 kesên bi nexweşiyê ketibûn, qenc bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın