Dinya

Di êrîşên rejima Esed û Rûsyayê yên li herêma Îdlibê da 8 sivîl hatin kuştin

Haydar Şahin   | 14.02.2020
Di êrîşên rejima Esed û Rûsyayê yên li herêma Îdlibê da 8 sivîl hatin kuştin

İdlib

Li Sûriyeyê di êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê birin ser Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê da bi tevahî 8 sivîl hatin kuştin.

Li gor mala çavderiya teyareyan a mixalifan, teyareyên şer ên Rûsyayê êrîşî çil û çiyayên rojavayê Helebê kirin û wargehên navçeyên li Maraat Etarib, Etarib, Kefer Naha, Ebzimo, Urim el Kubra, Kuptan el-Cebel û Erîhaya İdlibê xistin hedef.

Rejima Esed jî bi topan êrîşî Etarîb û Kuptan el-Cebelê kirin.

Êrîşa Rûsyayê ya ser Maraat Etarîbê da 5 sivîl hatin kuştin, di êrîşa bi topan a rejima Esed da jî li Etarîbê 2 sivîl li Kuptan el-Cebelê sivîlek hatin kuştin.

- Peymanên Astanayê û mitebeqata Soçiyê binpê kirin

Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê ji destpêka şerê navxweyî vir da di destê mixalifan û komên çekdar ên li dijî rejimê da ye. Serjimara navenda Îdliba di sala 2015an da bi tevahî kete destê mixalifan bi koça navxweyî va derkete 4 milyonî. Rejim herî zêde êrîşî vê herêmê dike.

Ji mitebeqata Soçiyê vir da di êrîşên ser Îdlibê yên rejimê û piştgirên wê da ji 1800î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji rêbendana 2019an vir da hejmara kesên koçî sînorê Sûriye-Tirkiyeyê kirin jî derkete milyonek û 794 hezar kesî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın