Dinya

Di êrîşên rejima Esed û Rûsyayê ên li Idlibê de 4 sivîl hatin kuştin

Ahmet Aydın   | 18.02.2020
Di êrîşên rejima Esed û Rûsyayê ên li Idlibê de 4 sivîl hatin kuştin

İdlib

 Di encama êrîşên bejayî û asîmanî yên rejima Beşşar Esed û Rûsyaya piştevana wê de yên li dijî Herêma Kêmkirina Reageşiyê, 4 sivîlên din hatin kuştin.

Li gorî çadêrîxaneya eskerî ya mixalifan, balafirên cengê yên Rûsyayê destê sibehê bi awayekî çirr navçeya Daret Îzzeyê û gundên Bisenkul, Musaybîn, Cebel el- Erbeîn, El Ramî, Kefer Amme, Taqed û Ebzîmoyê kirin armanc.

Li Ebzîmoyê 3 sivîlan canê xwe ji dest da.

Hêzên rejimê gundên Kefer Amme û Taqedê ji asîmanan ve kire armanc û bajarokên Dana û Kefernebîlê jî topbaran kirin.

Di encama topbarana bajarokê Danayê de ku bi qasî 5 kîlometroyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ye, sivîlek hat kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın