Dinya

Di êrîşên ku Îsraîlê serê sibê birin ser bakurê Xezeyê da 80 kes hatin kuştin

Mustafa Deveci  | 21.11.2023 - Rojanekırın : 22.11.2023
Di êrîşên ku Îsraîlê serê sibê birin ser bakurê Xezeyê da 80 kes hatin kuştin

Quds

 Hat ragihandin, di êrîşên ku artêşa Îsraîlê birin ser bakurê Xeta Xezeyê da 80 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeya WAFAya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê, hêzên Îsraîlê gelek herêmên bakurê Xezeyê bombebaran kir.

Li gor nûçeya ku spartin rayedarekî tenduristiyê, îro serê sibehê di êrîşên ku birin ser bakurê Xezeyê da 80 Filistînî hatin kuştin.

WAFAyê ragihandibû ku balafirên şer ên Îsraîlê li bakurê Xeta Xezeyê dibistaneke ku Filistîniyên ji cî û warên xwe bûne tê da diman bombebaran kir. Her wiha daxuyandibû ku di êrîşan da li Taxa Beyt Lahiyayê jî hin mal hatin bombebarankirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, di êrîşên ku Îsraîl ji 7ê Cotmehê vir va dibe ser Xezeyê da 5 hezar û 650 jê zarok, 3 hezar û 550 jê jin bi tevahî 13 hezar û 300î zêdetir Filistînî hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın