Mahmut Geldi
20 Hezîran 2026•Rojanekirin: 20 Hezîran 2026
ÎSTANBUL (AA) - Di êrîşên Îsraîlê yên ku îro tevî agirbestê li dijî Xeta Xezeyê li dar xistin da 2 jê zarok, yek jê jin, 6 Filistînî hatin kuştin.
Li gorî nûçeya WAFAya ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê, artêşa Îsraîlê ber destê sibehê li Xezeyê xaniyê malbata Safedî bordûman kir.
Di encama êrîşê da ji heman malbatê 4 kesan canê xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn. Di êrîşeke Îsraîlê ya li bakurê Xezeyê da jî kesek hat kuştin.
Artêşa Îsraîlê li bajarokê Bêt Lahiyeyê ya li bakurê Xeta Xezeyê li dijî jineke bi navê Tagrîd Zamlat êrîş li dar xist û di encamê da ew jin hat kuştin.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ku vê sibehê li dar xist da, 2 jê zarok 6 kes hatin kuştin û her wiha artêşa Îsraîlê ji deryayê va jî êrîşî herêmên başûr ên Xeta Xezeyê kir.
Artêşa Îsraîlê ji 10ê cotmeha 2025an tevî agirbestê her roj li herêmên curbicur ên Xezeyê êrîşan li dar dixe.
Li gorî daneyên fermî yên dawîn ji dema agirbestê heta niha, di êrîşên Îsraîlê da 1007 kesan canê xwe ji dest da, 3 hezar û 165 kes birîndar bûn, termê 784an kesan jî ji bin enqazan hatin derxistin.
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê yên ji cotmeha 2023yan va jî hejmara kuştiyan gihîşt 73 hezar û 18an û ya birîndaran jî gihîşt 173 hezar û 273yan.