Safiye Karabacak, Ammar El Khalfi
21 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2026
Artêşa Îsraîlê tevî agirbesta ku 10ê cotmeha 2025an ketiye rewacê, êrîşên xwe yên li dijî Xezeyê didomîne.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Parastina Sivîlan a li Xezeyê, artêşa Îsraîlê li başûrê bajarê Xezeyê, li ser cadeya Selasînê xaniyê malbata "el-Misriyê" bordûman kir.
Di êrîşê da malbateke Filistînî ku ji dayik, bav û 4 zarokan pêk dihat canê xwe ji dest dan.
Cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji nav xirbeyên avahiyê hatin derxistin, di heman demê da ekîbên îtfaiyeyê agirê xanî vemirandin.
Li gorî agahiyan, di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê da ku wesayîteke sivîlan li bakurê rojhilatê Kampa Penaberan a Nuseyratê li navenda Xezeyê hedef girt, 2 Filistînî hatin kuştin.
Droneke Îsraîlê li navenda bajarê Xezeyê li hember Nexweşxaneya Xizmetên Giştî, apartmanek hedef girt, di encamê da 3 Filistînî hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.
Herwiha jineke Filistînî ku di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê da a li dijî xaniyekî li bajarê Xezeyê birîndar bûbû, canê xwe ji dest da.
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da yên ji Cotmeha 2023an vir va, zêdetir ji 73 hezar Filistînî hatine kuştin. Êrîş tevî agirbesta ku di 10ê Cotmeha 2025an de ketiye rewacê berdewam in.