Destgirtiya Kaşikçi bi siyasetmedarên Amerîkayî ra hat bal hev
Destgirtiya Cemal Kaşikçiyê rojnamevan Hatîce Cengîz, li Kongreya Amerîkayê bi hin siyasetmedarên ra hat bal hev
Washington DC
Destgirtiya Cemal Kaşikçiyê rojnamevan Hatîce Cengîz, li Kongreya Amerîkayê bi hin siyasetmedarên ra hat bal hev.
Hatîce Cengîz li Amerîkayê ev demek e bi rêvebirên saziya Dinyaya Ereban Demokrasiyê (DAWN) bona dîtina berpirsyarên kuştina Kaşikçi fealiyetên lobiyê dimeşîne. DAWN li Washîngtonê ji hêla Cemal Kaşikçi va hatibû avakirin.
Cengîzê got ku ew ji bona dîtina berpirsyarên cinayeta Kaşikçi li vir e û wiha axivî:
"Ez bi tenê ji bo sedemekê li vir im. Daxwaza min edalet e. Kaşikçiyê destgirtiyê min, ji hêla ajanên Siûdî va bi şiklekî hovî hat kuştin. Divê kujerên wî werin eşkerekirin. Rêveberiya Donald Trump ji bo eşkerekirina vê cinayetê tiştek nekir. Ez ji ber vê hatim vê derê û min xwest bi endamên Kongreyê ra werim bal hev. Ez bangî wicdana endamên Kongreyê dikim."
Nehat eşkere kirin Cengîzê bi kîjan endamên Kongreyê ra hat bal hev.
Keith Harperê parêzerê Cengîzê jî got ku ew ê ji bo eşkerekirina kuştina Kaşikçi û îspatkirina rola Mihemed bîn Selmanê Prensê Siûdî û rayedarên din xebatên xwe bidomînin.