Dinya

Derket holê di çeka Alec Baldwinê lîstikvanê Amerîkayî li seta fîlmê teqand da "guleya rastî" hebû

Şeyma Uzundere   | 23.10.2021
Derket holê di çeka Alec Baldwinê lîstikvanê Amerîkayî li seta fîlmê teqand da "guleya rastî" hebû

Ankara

 Li gor qeydên dadgehê Alec Baldwin got ku alîkarê derhêner çek da wî û got ku ew bi ewle ye.

Alîkarê derhêner jî got ku wî nizanibû di hundirê çekê da guleyên heqîqî hene.

Encamên lêkolîna polêsan da duh li New Meksicoyê ji ber biryara lêgerînê ku dadgeheke Santa Feyê da, hatin parvekirin.

Ji hêla din va hat gotin ku cil û bergên bixwîn ên Baldwin û çeka hatibû teqandin wek delîl hatin hildan.

Polêsan dest danîn ser cebilxane û techîzateke din a li seta fîlmê bûn.

Lîstikvanê 63 salî piştî îfade da polêsan hat berdan û heta niha ji ber bûyerê kesek nehat sûcdarkirin.

Baldwin li seta fîlma "Rust" a li New Mexîcoya eyaleta Amerîkayê di beşeke filmê da sîlaha hişkeber agir kir, Halyna Hutchinsa derhênera dîtbariyê ya 42 salî û Joel Souzayê derhênerê 48 salî birîndar bûn.

Hutchins a ji dewsa bûyerê birin nexweşxaneyê digel mudaxeleyan bi ser xwe da nehat û mir.

Tedawiya Souza hê jî dewam dike.

Lîstikvanê Amerîkayî Baldwin jî di peyama xwe ya ji ser Twitterê weşand da got: "Ez ji ber wê qezaya trajîk a bû sedema mirina Halyna Hutchinsa dayik, hevkara me û kevaniya mala xwe bû gelek xemgîn bûm û çi jî bibêjim bi kêr nayê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın