Dinya, Koronavîrus

Dergûşê dayika ku dema ducanî bû bi Kovîd-19ê ketibû bi antîkoran hat dinyayê

Jinika Sîngapurî di adarê da dema ku ducanî bû bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ket, di dergûşê ku jinikê di sermawezê anî dinyayê da antîkor hat tesbîtkirin.

Elif Irmak  | 30.11.2020 - Rojanekırın : 30.11.2020
Dergûşê dayika ku dema ducanî bû bi Kovîd-19ê ketibû bi antîkoran hat dinyayê

Ankara

 Li gor nûçeya Straît Tîmesê Celîne Ng-Chana ku di adarê da bi Kovîd-19ê ket di 7ê sermawezê da welidî.

Doxtoran di dergûşê kurîn ê ku navê Aldrîn lê kirin da rastî antîkorên Kovîd-19ê hatin û hat dîtin ku di dayikê da antîkor nemaye.

Dayika 31 salî Ng-Chan dema ku bi Kovîd-19ê ket nîşaneyên nexweşiyê pê ra hebûn lê rewşa wê giran nebû û du hefte û nîv li nexweşxaneyê hat dermankirin û got ku "Doxtorê min wisa difikire ku antîkora min a Kovîd-19ê di dema hemla min da derbasî kurê min bûye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın