Elif Orhan
23 Nîsan 2016•Rojanekirin: 25 Nîsan 2016
GAZÎANTEP
Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokê Konseya YEyê Donald Tûsk û Frans Tîmmermansê Arîkarê Yekemîn ê Serokê YEyê li Gazîentabê Konbajêra li Nizibê û Tesîsa Bêhnvedanê de bi penaberên sûriyeyî re hatin bal hev.
Davutoglu, Merkel, Tûsk û Tîmmermans bi otobêsa serokwezîriyê hatin daketina tesîsa ku lê 4 hezar û 818 sûriyeyî lê dijîn û keçikên sûriyeyî yên ku cil û bergên herêmî li xwe kiribûn pêşwaziya wan kir. Sare Davutogluya xanima Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Mehmet Şîmşekê Arîkarê Serokwezîr, Wezîrê Yekîtîya Ewropayê û Sermizakerevan Volkan Bozkir, Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu di ziyareta wî de li gel Serokwezîr Davutoglu bûn. Di pêşwaziyê de Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Serokê Lijneya Bilind a Mizakereyan a Mixalefeta Sûriyeyê Riyad Hîcab jî cî girtin.
Herêmî û biyanî 300 rojnamevanan bername şopandin û di qadê de pankartên wekî "Hûn bi xêr hatin welatê ku li ser rûyê dinê herî zêde ew mazûvantiya penaberan dike" hebûn.