Dinya

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ji Wezîr Akar ra name şand

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Patrick Shanahan ji Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ra nameyeke ku tê da qala mijarên parastin û ewlehiya navbera herdu welatan dike, şand

İbrahim Atmaca  | 08.06.2019 - Rojanekırın : 09.06.2019
Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ji Wezîr Akar ra name şand

Ankara

Hat ragihandin ku Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Patrick Shanahan ji Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ra nameyeke ku tê da qala mijarên parastin û ewlehiya navbera herdu welatan dike, şand.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Shanahan ji Wezîrê Parastina Neteweyî Akar ra nameyek şand.

Shanahan di nameya ku qala mijarên parastin û ewlehiya navbera herdu welatan dike da got ku ji bo pirsgirêkên heyî divê herdu welat di çarçoveya şirîkatiya stratejîk da û bi awayê ku tevkariya ewlehiya berfireh were parastin, çareseriyê bigerin û li ser girîngiya berdewamiya hevdîtin û axaftinan sekinî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.